Karayilan: Li Rêber Apo xwedîderketin, li xwe xwedîderektin e

Mûrat Karayilan: "Li Îmraliyê rewşeke giran heye, fikarên me zêde ne. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye, xwedîderketina li têkoşînê û nasnameyê ye. Divê em xwedî li xwe derkevin."

Karayilan: Li Rêber Apo xwedîderketin, li xwe xwedîderektin e
15 kanûn, 2022   06:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û destpêkê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand.

Karayilan diyar kir ku agahiyên hefteyeke belav dibin, daxuyaniyên têne dayin, mijarên eşkere dibin, nîşan didin ku li Îmraliyê rewşeke ne normal û ne ji rêzê heye û got, "Beriya her tiştî, tecrîd û êşkenceya psîkolojîk 24 sal in dewam dike. Di nava 21 mehên dawî de girantir bûye û em nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Agahiyên tên dayin têrker nînin. Agahiyeke fermî jî nîne. Ji aliyê me ve kes nikare xwe bigihîne Rêberê me û hersê hevalên din ên li wê derê. Lewma agahiyên têne belavkirin ne di wê astê de ne ku em baweriya xwe pê bînin. Ji xwe xumamî ne. Ev rewş fikar û gumanên me zêde dike."

ŞIK Û GUMANÊN ME ZÊDE KIRIN

Karayilan bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê û wiha dewam kir, "Gotin, 'me hevdîtin kiriye'. Weke ku bi Rêber Apo re rûniştine hate fêhmkirin. Piştre agahî belav bûn ku Rêber Apo hevdîtina bi CPT re qebûl nekiriye. Eger rewşeke bi vî rengî hebe çima CPT bi zimanekî rast naaxive û derewên mîna skandalê dike? CPT çima vê skandalê dike? Bi kurtasî ev hemû şik û gumanên me zêde dikin. Fikarên me gelekî zêde ne.

DIYAR E KU REWŞ GELEKÎ GIRAN E

Em zanin ku li wê derê zexta li ser Rêberê me hatiye şidandin. Diçin û tên, ev têne bihîstin. Heyetên tenduristiyê jî diçin û tên. Di rewşeke bi vî rengî de fikarên me yên li ser tenduristiya Rêber Apo zêde dibin. Diyar e ku rewşeke ji rêzê nîne, berevajî rewşeke giran e. Ev mijareke gelekî girîng e. Her kes pê zane; mijara Rêber Apo ji bo gelê me, tevgera me û gelek dostên me mijareke girîng û stratejîk e. Beriya her tiştî ev mijar, yanî rewşa Rêber Apo nabe ku bi ti awayî ji bo hilbijartinê bikin malzemeyeke hesabên biçûk. Divê kes bi vî rengî nêzîk nebe. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li Rêber Apo û pirsgirêka Kurd wê bibe nêzîkatiyeke erzan. Kî bi vî rengî nêzîk bibe wê li wan vegere.

YEKANE PIR A NAVBERA ME

Eger jiyaneke hevpar a gelê Kurd wê bi Tirkiyeyê re bibe, yekane pir a vê yekê Rêber Apo ye. Divê her kes bi vê zanibe. Afirînerê jiyaneke hevpar, wekhev, azad û aştiyane ya li nava sînorê Tirkiyeyê dîsa Rêber Apo ye. Rayedarên dewletê beriya her tiştî divê vê rastiyê li ber çavan bigirin û bi rengekî cidî nêzîk bibin. Ev mijareke cidî ye. Divê kesek di vê mijarê de li ser bingeha hesabên biçûk tevnegere, polîtîkayê neke; ev xetereyeke mezin e. Ev hişyariya me ye. Divê kes weke gefxwarinê nebîne, lê belê her kes jî zane ku bi hezaran mirov hene ku di asta herî bilind de, heta mirinê bi Rêber Apo û felsefeya wî ve girêdayî ne. Ev tiştekî jiyanî ye û mijareke gelekî girîng e. Lewma divê her kes bi baldarî nêzîk bibe û kesek di vê mijarê de şaşitiyê neke."

SIYASETA XWE YA TÊKILDARÎ KURDAN BIGUHERÎNIN

Mûrat Karayilan aliyên navneteweyî yê mijarê jî nirxand û got, "Ji kîjan alî ve bê nirxandin jî mijar gelekî cidî ye û cihê fikaran e. Hêzên navneteweyî yên pêwendîdar ku vê mijarê hawaleyî Tirkiyeyê dikin, me bêaqil dihesibînin. Halbûkî ev siyaseta wan dibe sedem ku tecrîda li Îmraliyê bigihêje vê astê; dibe sedem ku şer biqewime, li Kurdistanê komkujî bê kirin; nêzîkatiya van dewletan a înkarkirinê dibe sedem. Niha li dijî Rojavayê Kurdistanê teror tê kirin. Di bingeha vê yekê de siyaseta li dijî Îmraliyê heye. Ev yek siyaseta qirkirinê ye. Siyaseta înkarkirina Kurdan e. Divê hêzên navneteweyî nebin hevparê vê siyasetê. Êdî bes e! Banga me li wan ev e. Bes bêwijdaniyê, bêhiqûqiyê bikin. Her wiha xwe welê nîşan nedin ku mîna ji vê rewşê dûr ketine. Nebêjin ku em fêhm nakin. Berpirsyariya we jî heye. Eger berpirsyariya we tune be hingî çi karê CPT li wir heye! Çima diçe wê derê? Hem vî navî li xwe dike, hem jî bi roleke berevajî vê tevdigere. Bêguman CPT saziyeke Konseya Ewropayê ye. Bi kurtasî banga me li Konseya Ewropayê, li DYE'yê ye; xeta xwe ya siyaseta komployê ya li ser Kurdan biguherînin. Êdî bes e! Êdî sebir fûriya ye."

BILA GELÊ ME Û HER KES ZANIBE KU REWŞEKE CIDÎ YE

Mûrat Karayilan diyar kir ku divê gelê Kurd û her kes zanibe, ku ev yek rewşeke cidî ye û wiha dewam kir: "Em di demeke gelekî girîng de ne, di heman demê de bi întihanekê re rû bi rû ne. Ev yek ezmûneke. Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin, xwedî li xwe, nirxên xwe derkevin û bi her rê û rêbazên li ber binpêkirina hiqûqê rabin. Di vê mijarê de divê em bikevin bin bar û bi berpirsyarî rabin; rîskê bidin ber çavên xwe. Weke welatparêzan divê em li her qadê xwedî li welatê xwe, Rêberê xwe û rastiya xwe derkevin. Ji bo vê ya pêwîst çi be divê bê kirin. Gelê Kurd rastiyeke. Rêber Apo rastiyeke. Daxwaza azadiyê rastiyeke. Felsefeya li ser bingeha azadiya jinê rastiyeke; binihêrin vaye îro li tevahiya cîhanê belav dibe.

PÊWÎSTE MIROV HÎN BÊHTIR BIXEBITE

Ji bo ev rastî li hemberî sextekarî, durûtî û neheqiyê bê parastin, divê mirov hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, hîn bêhtir bixebitin û hîn bêhtir bibin xwedî îrade. Em tevger û gel divê vê yekê hîn bêhtir nîşan bidin. Divê em xwedî li wezîfeyên xwe derkevin."

Karayilan got, "Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye; xwedîderketina li têkoşîna xwe, xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Divê em xwedî li xwe derkevin. Gelê me divê xwedî li xwe derkeve."

FEDAKARIYEKE HÎN MEZINTIR DIVÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Di vê mijarê de banga me li gelê me ye. Di serî de gelê me yê li Ewropayê em bang li tevahiya gelê xwe dikin. Li Ewropayê gelê me bi rastî jî gelekî kedê dide. Her roj li qadan e. Lê belê divê gelê me zanibe ku em di nava şert û mercên awarte de ne. Vaye 8 meh in gelek hevalên me yên gerîla hînê nekarîne xwe bişon, nekarîne rûyê xwe bişon, bi şev û roj di bin êrîş û bombardûmana kîmyewî de ne. Yanî em di demeke bi vî rengî de ne. Eger em baweriya xwe bi vê nînin û li ser vê bingehê fedakariyê nekin, hingî kes nikare li hemberî vê yekê îdare bike. Ne karekî hêsan e. Bila gelê me bi vê zanibe; îro ciwanên me, şoreşgerên me û Rêberê me di bin barekî giran de ne. Divê em barê Rêberê xwe sivik bikin.

Belê; girseya li Ewropayê her çend heta niha heta astekê fedakariyê dike jî di vê demê de divê hîn bêhtir bike.

Xelkê li Rojava jî di asteke girîng de li qadan e; her wiha xelkê me yê li Rojhilat her roj li qadan e û ketine bin barekî. Xelkê me yê li wir tevî gelên din ên Îranê xeteke xweser dimeşîne. Li Bakur jî divê xelkê me dakevin qadan."