​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2022`YAN
14 kanûn, 2022   23:00

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurehman Mihemed ku ji ber nexweşiyê şehîd bûye, li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir dikin saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan panelekê li hola navenda PYD`ê ya li navçeya Holê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a bajarokê Çilaxa bi dirûşma “Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye” civînekê li navenda çand û hunerê ya navçeyê li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Birakê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan derdikevin xwepêşandanê saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya Reqayê li qada navenda çandê berdewam e ku ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ekîbên pispor ên Şîrketa Rimêlanê ya Petrolê ji sedî 50% ji stasyonên petrolê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn hedefgirtin, ji nû ve çêkirin, mudîrê hilberînê yê şîrketê jî da zanîn ku ew ji bo vegerandina hilberîna gaza malan di hewldanan de ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Herêma Firatê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da û got: “Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Xelîl El Hemîd El Cilêb ji ber hezkirina welatê xwe di 18 saliya xwe de yekser tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bû û piştî demeke kurt di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker li dijî noqteyeke ewlekariyê ya Kampa Hol de şehîd bû.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehba û navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê dewama dibistanan hatiye rawestandin. Altirnafîên Desteya Perwerdey; ya herêma Efrînê ji bo berdewamkirina perwerdeyê jî tune ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ambargoya ku Firqeya 4`an li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, yekser bandor li tenduristiyê kiriye. Li her du taxan şîrê zarokan, dermanên tansiyon, şekir û nexweşiyên dil û antîbiyotîk gelekî kêm bûne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya xebateke komînal a hevpar de, 500 malbatên li taxa El Kelasê ya Hesekê dest bi avakirina 2 holên sersaxiyê kirin.(bi wêne û dîmen)

Welatiyekî ku ji Şamê berê xwe daye bajarê Qamişlo diyar kir ku piranî niştecihên paytexta Sûriyê hêvî dikin li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn ku rewşa jiyanî û ewlehiyê li gorî herêmên din ên Sûriyê lê baştir e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê teqezî bi meşandina qonaxeke nû ya têkoşîna hevbeş kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin û got: "Em dê li tevahî qadan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, serî hildin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA