Şehîd Xelîl El Cilêb heta dawiyê parastina welatê xwe kir

Şehîd Xelîl El Hemîd El Cilêb ji ber hezkirina welatê xwe di 18 saliya xwe de tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bû û piştî demeke kurt di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker li dijî noqteyeke ewlekariyê ya Kampa Hol de şehîd bû.

Şehîd Xelîl El Cilêb heta dawiyê parastina welatê xwe kir
15 kanûn, 2022   06:02
HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

Çîrokên lehengî û berxwedanê yên keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 10 salên borî de ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe û pêkanîna projeya neteweya demokratîk têkoşiyane, didomin.

Yek ji van çîrokan, çîroka şehîd Xelîl El Hemîd El Cilêb e ku di 23’ê Mijdara borî de bi 8 hevalên xwe yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî noqteyeke ewlekariyê ya Kampa Holê de, şehîd bûye.

Şehîd Xelîl El Hemîd El Cilêb (Egîd Til Birak) di 1’ê Çileya 2004’an de li taxa Neşwê ya Hesekê di nav malbateke Ereb de ku ji 9 kesan pêk tê, ji dayîk bû.

Ji zaroktiya xwe de li dikanekî çêkirina şîraniyê dixebitî da ku barê bavê xwe Elî El Cilêb sivik bike û mesrefa malê peyda bike, ji ber wê wî xwendina xwe nedomand.

Dayika şehîd Xelîl, Sebah El Hemîd ji ajansa me re wiha behsa kurê xwe kir: “Ew bi rastî leheng bû, xwedî dilekî paqij bû û ji malbata xwe û her kesî hez dikir.”

Sebah wiha domand: “Min di mezinkirina wî de qet zehmetî nedîtin, wî daxwazên malbatê yekser pêk dianîn, di sibehê zû de diçû karê xwe û bi êvarê vedigeriya da ku jiyaneke birûmet ji malbata xwe re peyda bike.”

Sebah destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got: “Wî ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kir.”

Xelîl li cem xizmetkirina malbata xwe tenê nesekenî û dît ku xizmetkirina welêt û pêkanîna jiyaneke birûmet ji gelê xwe re jî erkeke pîroz e, ji ber wê dixwest tev li QSD’ê bibe.

Lê belê ji ber temenê xwe yê biçûk nekarîbû, ew heta 18 saliye xwe sebirî û di 12’ê Cotmehê de tev li hêzên Komandos ên QSD’ê bû.

Xelîl di heman meha tevlêbûna xwe de di parastina Kampa Hol de cihê xwe girt ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de dijîn.

Birayê wî yê mezin Hesen El Cilêb got: “Di navbera min û birayê min ê şehîd de hevaltiyeke xurt hebû, em hertim bi hev re bûn û ji hev re alîkar bûn, ez bi şehadeta wî pir serbilind im.”

Der barê tevlêbûna wî de, Hesen got: “Şehîd Xelîl pir dixwest berî niha tev li hêzên leşkerî biba û gelek caran daxwaz şand, lê belê ji ber temenê wî yê biçûk ew nehat qebûlkirin. Lê dema wî temenê qanûnî derbas kir yekser tev li hêzên leşkerî bû.”

Hesen di dawiya axaftina xwe de got: “Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xaka me ye û parastina wê erka me ye. Em bi şehadeta birayê min serbilind in ji ber ku ew di oxira parastina xaka xwe de şehîd bû.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Xelîl bi 5 hevalên xwe re di 28’ê Mijdara borî de li goristana şehîdan a gundê Dawidiyê ya Kantona Hesekê hatin oxirkirin.

(mh)

ANHA