​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Bi dirûşma “Berxwedana rêber Apo ya Îmralî bû dilê gel ji bo azadiyê”, Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi koordîneya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
14 kanûn, 2022   18:35
HELEB

Di xwepşandanê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û xwepêşandêr bi hildana pankertên “Berxwedana rêber Apo ya Îmralî bû dilê gel ji bo azadiyê” û wêneyên rêber Ocalan di nav kolanên taxê de û ber bi navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ve meşiyan.

/ar/uploads/files/2022/12/14/144059_rwshan-mhmd.webp

Li wir, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide ku gelê Kurd ji rêberê wî qut bike, da ku hêviyên gel têk bibe, lê em soz didin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em dê têkoşîna xwe bidomînin û li ser şopa fikrê wî bin.”

/ar/uploads/files/2022/12/14/144035_bdran-hmw.webp

Piştre, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Bedran Hemo got: “Berxwedana Îmraliyê qeyd û bendên ku em pê hatibûn girêdan û sînorên ku li ser nexşeya me hatibûn danîn, têk birin.”

Bedran destnîşan kir ku Îmralî bû dergehê azadî, aştî, demokrasî û biratiya gelan û teqezî bi girîngiya bangkirina bi azadiya rêber Ocalan da.

(mh)

ANHA