​​​​​​​′Em bang li dewletan nakin, em dê serî hildin′

Pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê teqezî bi meşandina qonaxeke nû ya têkoşîna hevbeş kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin û got: "Em dê li tevahî qadan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, serî hildin."

​​​​​​​′Em bang li dewletan nakin, em dê serî hildin′
15 kanûn, 2022   00:51
QAMIŞLO

Endamê Konseya Rêveber a KCKʹê Sebrî Ok li ser rewşa li girîtgeha Îmraliyê got "awarte" ye û bang li tevahî kurdistaniyan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîneke mezin û giştî di aliyên siyasî, dîplomasî û qanûnî de pêk bînin.

Di heman demê de Desteya Parastina rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bang li gelê herêmê kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan dest bi qonaxeke nû ya têkoşîn û serhildanê bike.

′EM Ê LI DIJÎ REJÎMA ÎMRALIYÊ SERÎ HILDIN′

/kr/uploads/files/2022/12/14/175553_-.webp

Têkildarî mijarê Rebîe Qewas wiha got: "Em bang li tu rêxistin û dewletan nakin, em dê li dora rêberê xwe bin û planên têkoşînê yên nû deynin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan bişikînin."

Rebîe bang li hemû Kurdan kir ku li dijî siyasetên îşkenceya li dijî rêber Ocalan dakevin qadan û serî hildin û wiha domand: "Em dê li hemû qadan bi hev re azadiya fîzîkî ya rêberê xwe misoger bikin. Em ji bo pêkanîna vê armancê amade ne her tiştî bikin. Em dê heta dawî li kêlek rêberê xwe bin."

′GAVA DESTPÊKÊ PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ YE′

/kr/uploads/files/2022/12/14/175612_-_2.webp

Xufran Kewkeb a ji pêkhateya Ereb jî diyar kir ku hevgirtina bi fikrê rêber Ocalan re û pêkanîna wê li ser erdê bi hemû derfetên wê, gava destpêkê ya ber bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.

Xufran wiha got: "Ji bo şikandina vê tecrîdê divê em pişta xwe bidin vîn û îsrara xwe ya têkoşînê. Em siyasetên îşkenceyê li dijî rêbertî qebûl nakin. Ji lew re divê pêkhateya Ereb a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên din hevgirtî bin, li dora rêbertî bicivin, têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger dibe."

′EM DÊ TÊKOŞÎNA LI SER FIKRÊ RÊBERTÎ DEWAM BIKIN′

/kr/uploads/files/2022/12/14/175522_-_1.webp

Afram Somî yê ji pêkhateya Suryan jî wiha got: "Em dê helwesta xwe ya li dijî tecrîda girankirî û siyasetên îşkenceyê ya rejîma Îmraliyê bi têkoşîna li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan dewam bikin. Divê parêzer hevdîtinê bi rêber Ocalan re bikin ku rewşa wî bizanin."

Somî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em dê têkoşîna xwe li ser fikrê rêber Ocalan dewam bikin û li hemû qadan têkoşînê ji bo şikandina tecrîda li dijî rêbertî xwepêşandanan li dar bixin."

(fr)

ANHA