​​​​​​​15 hezar xwendekarên Efrîn û Şehbayê bê perwerde mane

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehba û navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê dewama dibistanan hatiye rawestandin. Altirnafîên Desteya Perwerdey; ya herêma Efrînê ji bo berdewamkirina perwerdeyê jî tune ne.

​​​​​​​15 hezar xwendekarên Efrîn û Şehbayê bê perwerde mane
14 kanûn, 2022   23:44
ŞEHBA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê di 4′ê Kanûnê de ragihandibû ku hefteyekê dibistan tên girtin, her wiha piştî wê rawestandina dewama dibistanan heta hefteyeke din dirêj kir. Di encamê de 15 hezar xwendekarên li 72 dibistan û peymangehê dixwînin ji perwerdê mehrûm bûn.

Di rewşa heyî de li gel Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê altarnatîfên temamkirina perwerdeyê tune ne. Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Fadil Çawîş axivî û diyar kir ku ji ber dorpêçê kehrebe û înternet li herêmê tune ye, ji lew re nikarin perwerdeyê bi rêya Online dewam bikin.

Çawîş got ku ew rê û rêbazên altarnatîf ên dewamkirina xebatên perwerdê nîqaş dikin, lê detayên din parve nekirin.

Çawîş hişyarî da ku eger ambargo dewam bike dibe ku nifşek bi temamî bê perwerde bimîne. Her wiha bang li rêxistinên têkildarî mafên zarokan kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin ku dorpêça li ser kantona Şehbayê bi dawî bikin.

Firqeya 4′an ji destpêka Tebaxê ve ambargo şidandiye, nahêle sotemenî, xurek û madeyên tenduristî derbasî herêmê bibin. Di encamê de şaredarî û dibistanê hatin sekinandin, lê Nexweşxaneya Avrîn jî bi derfetên pir kêm dixebite. Li aliyekî din jî metirsiya tunebûna nan, ji ber kêmbûna ard, hevîrtiş û tunebûna mazota pêxistina nanpêjan (firin) heye.

(fr)

ANHA