​​​​​​​Şêniyên Tebqa li hember helwesta CPT′ê rabûn

Bi sedan şêniyên Tebqayê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi xwepêşandanekê şermezar kir, her wiha helwesta şermîn a CPT′ê şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Tebqa li hember helwesta CPT′ê rabûn
14 kanûn, 2022   13:23
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqa, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa li qada taxa yekemîn a li Tebqayê kom bûn û xwepêşandanek ji bo şermezarkirina tecrîdê û helwesta CPT′ê lidar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Meyselûn a li taxa duyem dest pêk kir. Di xwepêşandanê de wêneyên rêber Ocalan, pankartên "Azadî ji rêber Ocalan re", "Na ji tecrîda li dijî rêbertî" û "Na ji dewleta Tirk a dagirker re" hildan.

Li cem çerxerêya Meyselûn xwepêşandan veguherî mitingê. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Sivîl a Tebqayê Mûsa El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “CPT′ê di doza rêber Ocalan de roleke kor, ker û lal dilîze û tiştê divê bibêje eşkere nake. Ev nîşaneya dualîteya pîvanên Ewropa û dewama komploya navnetweyî ya li dijî rêber Ocalan e. Her wiha binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan e.

Ji 1999′an û heta niha ve, hîza doza binpêkirin, danûstandina kirêt û tecrîda li dijî rêber Ocalan di nava dîwarên CPT′ê de ragirtî ye. Biryarên dide jî tenê li ser kaxizê ne.

Di zêdetirî 20 salan de, CPT′ê tenê 9 caran serdana girtîgehan kir, lê nekarî rewşên dîlgirtina rêbertî û girtîgeha wî biguhere. Di raporên xwe de, siyaseta dewleta Tirk yan jî pergala şermîn a girtîgehên wê, bibîr naxe.

Heta di daxuyaniyên CPT′ê de rhikumeta Erdogan rexne nake. Ne ji serhildana gel û bangên bênavbera bûya dibe ku tu rêxistineke hiqûqî serdana Îmraliyê nekira. Dewleta Tirk ku qanûnên navneteweyî bin pê dike. Dema mijar rêber Ocalan be, her çiqas qanûnek hebe ku divê pêk bîne, lê dewleta Tirk binpê dike.

Em bang li dewletên cîhanê dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku bihêlin parêzer û malbat serdana rêber Ocalan bikin, rewşa wî eşkere bikin. Ji ber bi sedema derewên CPT′ê hîna rewşa wî ne zelal e.

Dewleta Tirk çi dike bila bike, ew nikare roja me tarî bike. Sekin, yekbûna deng û dirûşmên me bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan in."

(fr)

ANHA