`Fikrê rêber Ocalan dê bibe tovika çareserkirina hemû aloziyên Rojhilata Navîn`

Meclisa Edaletê ya Dêrazorê diyar kir ku dewleta Tirk di danûstandina xwe de bi rêber Abdullah Ocalan, hemû pîvanên navneteweyî bin pê dike û got fikrê wî dê bibe tovika çareserkirina hemû aloziyên li Rojhilata Navîn.

`Fikrê rêber Ocalan dê bibe tovika çareserkirina hemû aloziyên Rojhilata Navîn`
14 kanûn, 2022   13:49
 DÊRAZOR

Endamê Meclisa Edaleta Civakî li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê kom bûn û hevserokê meclisê Fayiz El Beg daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker pêkanîna sûcan li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne ku kiriye tecrîdeke giran, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re qedexe dike û heta wî ji mafê hêviyê jî mehrûm dike

Her wiha di daxuyaniyê de helwesta CPT`ê li hember van sûcan hat şermezarkirin.

Di daxuyanyê de hate gotin: “AKP`ê fikirî ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dikare rê li pêşiya belavbûna fikrê rizgariyê, rêgezên demokratîk û azadiya gelan bigire. Lê fêm nekir ku ew nikare fikrê wî bigire ku li asîmanê azadiyê difire û banga demokrasiyê û jiyana rûmet ji bo hemû gelan dike. Ew dê bibe tovikê çareserkirina hemû aloziyên li Rojhilata Navîn.”

(şx)

ANHA