​​​​​​​`Heta axa dagirkirî rizgar bibe, dê şopdarên rêya şehîdan bin`

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Qehraman Şiyê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê oxir kir.

​​​​​​​`Heta axa dagirkirî rizgar bibe, dê şopdarên rêya şehîdan bin`
14 kanûn, 2022   13:18
 ŞEHBA

Şêniyan li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê şervanê YPG`ê Ebdurehman Kêlo (Qehraman Şiyê) wergirt ku di 12`ê Kanûna 2022`yan de ji ber nexweşiyê şehîd bûbû.

Girseyê ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Emîne Hesen Menla axivî û got: “Şehîdên me, li hember çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û di rêya azadiyê û rûmetê de cenê xwe feda kir.”

Emîne soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina axa dagirkirî da.

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Ruha Kusa nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de hevalên şehîd cenazeyê wî li goristanê veşart.

(şx)

ANHA