Şehîd Dogan û Serdem li Hesekê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyên şervanên QSD'ê Dogan û Serdem ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, oxir kirin.

Şehîd Dogan û Serdem li Hesekê hatin oxirkirin
14 kanûn, 2022   12:41
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê û beşdarî merasîma oxirkirina şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Salih Ebdurehmen Berho (Dogan) û Mihemed Hemîd El Meilêş (Serdem) bûn, ku 12'ê kanûnê li gundê Terwaziyê yê Girê Spî şehîd bibûn.

Di merasimê de wêneyên her du şehîdan û wêneyên Rêber Ocalan hatin bilindkirin.

Di merasimê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cewad axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina gelê xwe, azadî û rûmetê de.

Ji Fermandarên QSD'ê jî Cesûr Amûdê sersaxî da malbatên şehîdan û diyar kir ku QSD ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê her dem amade ye.

Apê şehîd Dogan, Ehmed Berho jî axivî û got ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e.

Ehmed Berho bang li tevahî gelan kir ku berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê bilind bikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hêvîn Sîno wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Merasim bi dirûşmeyên wekî “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(dm)

ANHA