​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne

Li gundewarê Minbicê nêzî 45 hezar di bin topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne.

​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
​​​​​​​Li Minbicê derdora 45 hezar kes di bin topbaranê de ne
14 kanûn, 2022   00:50
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Ji dema ku Minbicê ji çeteyên DAIŞʹê hat rizgakirin ve di Tebaxa 2016ʹan de û ji dema dagirkirina bajarê Cerablusê 24ʹê Tebaxa 2016ʹan ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, êrişên bejahî û hewayî yên li ser gundên bakur û rojavayê Minbicê ranewestiyane.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên Hoşeriye, Refîa, Masî, Toxar Sixîr, Ewn El Dadat, Mihsinlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Um Edese, Yaşlî, Dendeniye, Camûsiye, Seyade, Îlan, Qertwêran, Kawiklî, Korhiyûk û Til Torîn topbaran dikin.

Li van gundan niştecihên resen û koçberên ji Cerablus û Babê yên dagirkirî dijîn. Li gor amarên herî dawî yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, 44 hezar û 481 koçber an ku 5 hezar û 670 malbatî li Minbicê dimînin.

Hiqûqnas Îbrahîm El Maşî yê ji Minbicê diyar kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker sûcê şer e, hema demê binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan û mafên mirovan e.

El Maşî anî ziman ku ji ber van sûcan divê dewleta Tirk were cezakirin û wiha domand: “Gel rojane tê koçberkirin, qetilkirin û topbarankirinê. Em bang li Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî û meclisa ewlehiyê dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji topbarana artêşa Tirk a dagirker biparêzin.”

 (mh)

ANHA