Pîremêrê 131 salî wefat kir

Li navçeyeke kantona Girê Spî ya dagirkirî pîremêrekî 131 salî ku serdemên dagirkeriya Osmanî û mêtîngeriya Fransayê jiyan kiribû, wefat kir.

Pîremêrê 131 salî wefat kir
14 kanûn, 2022   11:41
 EYN ÎSA

Nûçegihanê me diyar kir ku li navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî ya dagirkirî pîremêr Mistefa Mihemed Hemîd ku bi Şêx “Misto Ebû Mezyûn” tê nasîn, îro bi temenê 131 saliyê wefat kiriye.

Şêx Misto ji eşîra Neîm a Ereban e û sala 1891`an de hatiye dinê. Ew ji gundê Şeibê yê navçeya Silûkê derketiye û li nêzî gundê Reqbê (19 km li rojhilatê navçeya Silûkê ya dagirkirî) bi cih bûye.

Şêx Misto di 2018`an de beriya dagirkirina kantona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve di hevpeyvîneke bi ajansa me re gotibû ku ew li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê diman û di serdema Cemal Paşa de Osmaniyan ew qewitandine, ji lew re berê xwe da gundê Şeibê yê rojhilatê navçeya Silûkê.

(cx)

ANHA