Ji ber nûçeya li ser destdirêjiyê çêkir, hat girtin

Rojnamevan Sînan Aygul ji ber nûçeya ku li ser destdirêjiya li Tetwanê çêkir, hate girtin.

Ji ber nûçeya li ser destdirêjiyê çêkir, hat girtin
14 kanûn, 2022   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Civata Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul ku ji ber nûçeya li ser bûyera destdirêjiyê ya li Tetwanê ya Bedlîsê hate binçavkirin, bi îdîaya "Gel li kîn û dijminatiyê sor kiriye" ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ve hate girtin.

Aygul li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev parvekirin kir:

"Beriya her tiştî yên ku divê bêne girtin Rojnamevan nîne. Yên divê bêne girtin tacizkar in, tecawizkar in. #GazetecilikSucDegildir"