Li Rojhilat û Îranê 89 roj in gel li qadan e

Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja  89’an de berdewam kir û xwendevanan ala serhildanê hildgirtine.

Li Rojhilat û Îranê 89 roj in gel li qadan e
14 kanûn, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê li beşek dibistanan, holên xwendinê û zanîngehê bi çalakiyên cuda çalakiyan berdewam kirin, bi taybet li Sine, Kamîran û Merîwan çalakî hebûn.

Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, Dayika Ferhad û Ferzad Tehazade bi peyamekê bi dîmen, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî cezayê dervekirinê yê li kurên wê hatî birîn hewldana xwe zêde bike.

Ji derveyî cezayê darvekirinê yê li van her du birayan, li bajarê Şimo cezayê darvekirinê li 4 xwepêşandanên din cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Her wiha li ser asta Îranê jî, li dijî dayîna cezayên darvekirinê û pêkanînê nerazîbûn berdewam dikin. Li hejmarek zanîngeh û peymangeha xwedekaran nerazîbûn nîşan dan.

Her wiha ji derverî welat jî çalakiyên li dijî zext û darvekirinan berdewam dikin. Li welatên Brîtanya, Almanya, Swêd, Îtalya, Norvêc, Kanada û Avistralya çalakiyên nerazibûnê hebûn.