Qirkirina Siyasî: Li Tirkiyê 9 kes hatin binçavkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Mersînê de Hevserokên HDP'ê yên navçeya Akdenîz û Toroslarê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.

Qirkirina Siyasî: Li Tirkiyê 9 kes hatin binçavkirin
14 kanûn, 2022   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdozgeriya Komarê ya Mersînê bi hinceta lêpirsinekî, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Akdenîz û Toroslarê û rêveberên berê jî di nav de derbarê 12 kesan de biryara binçavkirinê da. Bi biryarê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek navnîşanan. Piştî serdegirtina malan endama meclîsê ya CHP’ê ya Şaredariya Toroslarê H.B, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê N.E, Hevserokê HDP’ê ya Navçeya Toroslarê Î.D, rêveberên HDP’ê yên navçeyê G.B, S.M, Z.A û M.H, S.O û F.A bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.

Rêveberê HDP’ê ya Mersînê E.A, rêveberê navçeya Akdenîzê E.E û rêveberê navçeya Toroslarê H.B di navnîşanên xwe de nehatin dîtin.