Nûçegihanên Sînor Nenas: Li cîhanê 533 rojnameger girtî ne

Rêxistina Nûçegihanên Sînor Nenas bîlançoya salane ya binpêkirinên li dijî rojnamevanan li cîhanê weşand. Li gorî wê, di 2022′yan de 533 rojnameger hatine girtin.

Nûçegihanên Sînor Nenas: Li cîhanê 533 rojnameger girtî ne
14 kanûn, 2022   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Rêxistina Nûçegihanên Sînor Nenas (RSF), di 2022′yan de li seranserî cîhanê 533 rojnamger hatine girtin, herî kêm 65 rahîne û 49 rojnameger jî winda ne.

Li gorî bîlançoyê, 57 rojnameger hatin qetilkirin ku yek ji wan nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah e ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bibû.

Hejmara rojnamegerên îsal hatine girtin jî li gorî sala borî bi 40 rojnamevanî zêdetir bû û derket 488`an.

Zêdetirî nîvê rojnamegerên hatine girtin li 5 dewletan in; Çîn (110), Borma (62), Îran (47), Vîtnam (39) û Belarûs (31).

Li Tirkiyê jî 3 rojnamegerên jin û alîkareke rojnamger ji Hezîrana 2022′yan ve hatine girtin, ku di wê demê li dijî saziyên ragihandinê û şîrketên prodoksyonê binçavkirinan dest pê kiribû.

Li gorî rêxistinê ku ji 1995′an ve bîlançoya salane diweşîne, Îran dewleta yekane ye ku îsal tev li vê "lîsteya reş" bûye.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Parastina Azadiya Rojnamegeriyê Christophe Deloire got ku pergalên dîktator û desthilatdar bi girtina rojnamegeran girtîgehan tijî dikin.

Di bîlançoyê de bal hat kişandin ku li gorî par ku 60 jin hatibûn girtin, hejmara jinên îsal hatine girtin 78 e û li gorî beriya 5 salan ku kêmtirî ji sedî 7 bû, rêjeya jinên rojnameger ên niha di girtîgehan de ne ji sedî 15 ye.

(fr)