​​​​​​​Mazot li koçberên Serêkaniyê tê belavkirin

Rêveberiya Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê dest bi belavkirina mazota germkirinê û pêdiviyên zivistanê li koçbera kir, hemwextî wê jî rêxistinên di kampê de alîkariyê ji koçberan re pêşkêş nakin.

​​​​​​​Mazot li koçberên Serêkaniyê tê belavkirin
​​​​​​​Mazot li koçberên Serêkaniyê tê belavkirin
​​​​​​​Mazot li koçberên Serêkaniyê tê belavkirin
​​​​​​​Mazot li koçberên Serêkaniyê tê belavkirin
​​​​​​​Mazot li koçberên Serêkaniyê tê belavkirin
14 kanûn, 2022   06:03
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Şêniyên koçber ên bajarê Serêkaniyê ku ji Cotmeha 2019’an ve koçber bûne, ji ber rewşa nebaş û bêdengiya rêxistinên navneteweyî gelek zehmetiyan dikişînin. Lê tenê Rêveberiya Xweser pêdiviyên koçberan peyda dike û barê wan sivik dike.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî got: “Di vê demê de kelûpelên wek cilên zivistanê û betanî li niştecihên kampê tên belavkirin.”

Elî wiha domand: “Dê sobe tenê li malbatên ku di vê dawiyê de ji dibistanên hatine û li kampê bi cih bûne, werin belavkirin. Me dest bi belavkirina mazotê jî kiriye, û her 10 rojan 42 lître li her malbatekê belav dikin.”

Elî destnîşan kir ku niştecihên kampê di zivistanê de ji ber sermayê gelek zehmetiyan dikişînin, ji ber ku ji dema ku ew ji bajarê xwe koçber bûne de, konên wan nehatine guhertin û êdî kevin bûne û derfetên Rêveberiya Xweser jî sînordar in û nikarin hemû pêdiviyên koçberan peyda bike.

Elî da zanîn ku di kampê de 16 hezar û 22 koçber hene, ku ji bo wan tenê hezar û 988 kon hatine danîn û di vê dawiyê de 400 malbatên ji dibistanan hatine li kampê bi cih bûne.

Girêdayî mijarê, hevserokê Kampa Serêkaniyê Yilmaz Îbrahîm destnîşan kir ku ji dema avakirina kampa Waşûkanî de, Rêveberiya Xweser kon li malbatan belav kirin û heta niha ji bilî wan tu konên nû belav nekirine.”

RÊXISTINÊN DI KAMPÊ DE BÊFEYDE NE

Der barê rola rêxistinên di kampê de û alîkariya ku ji koçberan re pêşkêş dikin de, Îbrahîm got: “Rêxistinên di kampê de bêfeyde ne, tu alîkariyan ji koçberan re pêşkêş nakin; bi bihaneya ku tu aliyên ku destekê bide wan tune ye.”

Îbrahîm wiha domand: “Di vê demê de sobe tên belavkirin, ku wek gaveke pêşîn hezar û 600 sobe hatin belavkirin, her wiha belavkirina mazotê jî dest pê kir ku heta niha mazot bi rêjeya ji sedî 10`ê niştecihên kampê hatiye belavkirin.”

Îbrahîm diyar kir ku para rojane ya her malbatekê ji mazotê 4 lître û ya heftane 28 lître ye, para mehane jî 120 lître ye.

Her wiha Îbrahîm da zanîn ku di kampê de 2 hezar û 640 kon hene, tê de 2 hezar û 500 malbat di rûbera kevin de dijîn, lê piştî giranbûna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Zirganê rûberek din li kampê hat zêdekirin û tê de 360 kon hatin danîn ku tê de 277 malbat bi cih bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku her malbatek ku zêdetirî 5 kesan e, konek din ji wan re tê veqetandin.

(mh)

ANHA