Li herêmên hikumeta Şamê ne mazot û ne kehrebe

Hikumeta Şamê li herêmên di bin serweriya xwe de kehrebe û parên mazotê yên ji bo germkirinê kêm kiriye. Şêniyan diyar kirin ku rewşa wan pir xirab bûye û nikarin debara xwe bikin.

Li herêmên hikumeta Şamê ne mazot û ne kehrebe
14 kanûn, 2022   01:44
HELEB

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rewşa aborî û debarê her diçe xerabtir dibe. Di çend rojên borî de li seranserî van herêman tevgera şêniyan bi awayekî berçav kêm bûye.

Hatina zivistanî û hilweşîna nirxê lîreya Sûriyê li beramberî dolar ku her dolarekê gihîşt hezar û 160 lîreyan, azarên şêniyên li wan herêman, bi taybet Helebê zêdetir kir û barên wan girantir kiriye. Şênî bi fikar in ku para mazotê nestînin.

50 LÎTRE NE BES IN

Li herêmên hikumeta Şamê 50 lître mazot bi 25 hezar lîreyên sûrî li şêniyan tê belavkirin. Berê 200 lître dihat belavkirin.

Çavkaniyên xwecih ji Şamê dan zanîn ku nîvê şêniyan hîna 50 lître para xwe ya mazotê wernegirtine. Lê li sûka reş ky di bin kontrola bazirganên mezin ên girêdayî hikymeta Şamê de ye mazot bi hêsanî tê peydakirin û her lîtreyek ji 9 heta 12 hezar lîreyan e.

'EGER ZÊDETIR BA DÊ ÇAWA BA!’

R B yek ji şêniyên taxa Eşrefiyê ye li beşa di bin kontrola hikumeta Şamê de dijî diyar kir ku heta niha wê para xwe ya mazota ji bo germkirinê nestandiye û got: “Me 50 lître nestandind, eger zêdetir ba dê çawa ba?”

Welatiyên li herêmên hikumeta Şamê ji ber derengxistina belavkirina sotemenî û madeyên sereke bi gazinc in. Ji ber wê hinek neçar dimînin ku berê xwe bidin sûka reş û wan madeyan bi nirxên pir buha ku ne li gor rewşa wan e bikirin.

KEHREBE  PIRSGIRÊKEKE DIN E

Bi kêmkirina para piraniya malbatan a mazotê û qutbûna kehrebeyê ku di rojê de digihîje 22 saet, tu rêyên din ên germkirinê li ba şêniyan nemane.

R B wiha axivî: “Rewş pir xerab e, êdî nayê tehemûlkirin. Di vê sermayê de ne mazot û ne jî kehrebe tune ne. Heta kengî dê rewş wiha be? Tenê 2 saet kehrebe bi carekê ne bes in û em nizanin em ê kengî mazotê werbigirin.”

R B diyar kir ku kehebe bi awayekî rêxistinkirî nayê, hin rojan qet nayê û got: "Em nikarin mazotê bikirin, ji ber buha ye, her lîtreyek dighêje 9 hezar lîreyên Sûriyê."

LÊÇÛNA PÊXISTINA ÇIRAYEKÊ 35 HEZAR LÎRE HER HEFTE YE

Li Helebê zehmetiyên şêniyan zortir dibin. Her ampêrek ku tenê ji bo pêxistina ronahiyê tê bikaranîn her hefte bi 35 hezar lîreyan tê firotin, ew jî ji saet 12’ê nîvro heta 12’ê şev pê dikeve.

R B got: “Gelek kesên ku li herêmên Helebê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de dijîn nikarin kehrebeya ampêran bikirin, ji ber ku pir buha ye, me jî tenê ji bo pêxistina çirayekê ampêreke hevbeş bi cîranên xwe re biriye.”

R B destnîşan kir ku muçeya hevjînê wê ku karmendek li cem hikumeta Şamê ye ji bo lêçûna kehrebeyê ya mehekê têrê nake û got: “Ma ev ne zilm e, muçeyek ji bo kehrebeyê ne bes e, em qurbanên siyasetên hikumeta Şamê ne.”

Ş E ku nexwest navê xwe eşkere bike li taxa Suryan a Helebê dijî, destnîşan kir ku wê kehrebeya ampêran rawestand ji ber ku nikare lêçûna wê bide.

 (mh)

ANHA