Çeteyan rûspiyê eşîreke Ereb revand

Çeteyên dewlet Tirk a dagirker li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî ya dagirkirî rûpsiyekî eşîra El Bû Esaf a Ereb revand.

Çeteyan rûspiyê eşîreke Ereb revand
13 kanûn, 2022   18:25
EYN ÎSA

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên navê têkoşîna li dijî terorê li xwe dikin, avêtin ser bajarokê Elî Baciliyê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî û rûspiyê eşîra El Bû Esaf a Ereb Hayil Casim El Xelef El Hesan revand.

Çavkaniyan gotin, çeteyan Hayil Casim El Hesan birin baregeha çeteyan a li navenda kantonê.

ANHA