​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya li Minbicê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê û tûreke bi erebeyan bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Minbicê bi dawî bû
13 kanûn, 2022   15:28
MINBIC

Li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, Însiyatîfa Sûriyê ya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azad, bi hevkariya Meclisa Edaleta Civakî, Komîteya Tenduristiyê û Akademiya Civaka Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê duh kon li naverasta bajarê Minbicê veda.

Çalakiya konvendanê di roja duyemîn de bi dawî bû. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Komîtya Hundirîn û saziyên girêdayî wê Gumirk, Komîteya Kar û Barê Civakî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Komîteya Şaredariyan, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Aborî, meclisên Farat, Muhteriq, Yasta, Heyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gundewarên Minbicê di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de endama Komîteya Azadiya Rêbertî Ednan Xelîfe axivî û diyar kir ku çalakiya wan ji bo rakirina tecîrda li ser rêber Ocalan e û got: "Tirkiyê û dewletên hegemonîk xwe li ser înkarkirina gelan û afirandina aloziyan ava kirine, ji ber vê yekê her sîstemeke demokratîk wekî metirsî li ser berjewendî û desthilata xwe dibînin. Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Ocalan giran kiriye da ku dengê wî bibire û gelên herêmê ji nêrînên wê yên der barê çareserkirina aloziyan de dûr bixe."

Hevseroka Komîteya Hundirîn Wedha El Casim jî anî ziman ku projeya aştiyê ya ku rêber Ocalan ragihand, hate redkirin û got: "Rêgeza aştiyê ya rêber Abdullah Ocalan ne li gorî fikrê tundraw ên rayedarên AKP û MHPʹê ne."

Wedha El Casim bang li hêz û kesayetên demokratîk û tevahî saziyên hiqûqî yên cîhanê û Rojhilata Navîn kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kar bikin.

Piştî axaftinan, berdevka Însiyatîfa Sûriyê ya Ji Rêber Ocalan re Azadî, Asya El Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca sereke ya komployê li dijî ramanê rêber Abdullah Ocalan û revandina wî, girankirina tecrîda li hemberî wê ew e ku rê li ber belavbûna fikrên wî bigirin. Her wiha hate diyarkirin ku domandina dîlgirtina rêber Ocalan tê wateya zêdebûna tundî û zulmê li dijî gelên Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bajarê Minbicê, ji bin vê konî ku tevahî şêniyên bajar û gundewarên Minbicê lê kom bûne, em bang li CPTʹyê dikin ku der barê serdana xwe ya ji bo girtiyên li Îmraliyê de daxuyeneke zelal bide û rewşa li Îmraliyê eşkere bike.

Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku  bihêle parêzer serdana wî bikin û rewşa wî ya tenduristî û fîzîkî bibîne, tevahî tedbîrên tecrîdê bi dawî bikin û ji bo mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî gavan biavêje û doza Rêbertî polîtîze neke.

Her wiha em bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku li qadan bin, soza xwe ya bi Rêbertî re bi cih bînin, ji ber ku Rêbertî ne girtiyekî ramanê  û doza gelê Kurd tenê ye, heman demê girtiyê ezmûn û projeyeke mirovî, demokratîk ji bo Rojhilkata Navîn e.  Divê bi rêya çalakî û xwepêşandanên aştiyane di qadên hiqûqî, qanûnî û fikrî têkoşîn were xurtkirin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, beşdaran bi erebeyan tûrek gerandin.

ANHA