Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Helebê li dar xist

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê civînek bi dirûşma “Bi pêşengtiya ciwanan em ê tola şehîdan hildin û pêşeroja xwe mîsoger bikin” li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin û endamên nû yên meclisê hatin hilbijartin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Helebê li dar xist
13 kanûn, 2022   14:23
HELEB

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê civîna xwe ya duyemîn li hola Telêt Heleb a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Nûnerên meclisên ciwanan, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Mihened Biro wiha axivî: “Em di qonaxeke pir girîng de ne û şer li tevahiya civakê bandor kiriye, para herî mezin jî ya ciwanan e.”

Biro diyar kir ku siyasetên şaş ên dewletan hiştin ku ciwan berê xwe bidin penaberî û windabûnê û got ʹʹDivê di vê qonaxê de bêhtir bal ji bo ciwanan were dayîn ji ber ku stûnên welêt in, ku êdî berê xwe nedin penaberiyê.”

Cîgira berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Bêrîtan Roj jî got: “Bi lidarxistina civîna xwe ya duyemîn re, em pêngaveke nû li gor qonaxa heyî dest pê dikin, divê em di hemû aliyên leşkerî, siyasî û rêxistinî de amade bin. Va ye dewleta Tirk a dagirker tevî ku em pabendî hemû peymanan in, lê dîsa jî êrişên  xwe yên leşkerî ji berdêla kapîtalîzm û hêzên hegemonîk li dijî me dest pê kirin. Şerê wê qirêjiya planên wê yên li dijî me Sûriyan xuya dike.”

Bêrîtan Roj diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ciwanan dike hedef ji ber ku ew hêz û zanabûna şoreşgerî ya ciwanan baş nas dike.

Piştre, rapora 2 salan (2021-2022) a meclisê ji aliyê endama meclisê Nûrhan Hemo ve hat xwendin, ku tê de rewşa siyasî û ya rêxistinî û xebat û çalakî hatin vegotin.

Piştre beşdaran nirxandinên xwe anîn ziman. Îşaret bi girîngiya rêxistinkirina ciwanan û belavkirina fikrê partiyê hate kirin, her wiha rola jina ciwan wek beşek çalak û sereke di civakê de hate nîşandan.

Di dawiya civînê de Nûrhan Hemo wek berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Helebê, Mihemed Biro cîgirê wê û 15 endamên din ên meclisê hatin hilbijartin.

(mh)

ANHA