Meclisa Edaleta Civakî bi komîte û meclisên lihevanînê re civiya

Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîteyên lihevanînê re civiya, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya karên wan nîqaş kirin.

Meclisa Edaleta Civakî bi komîte û meclisên lihevanînê re civiya
Meclisa Edaleta Civakî bi komîte û meclisên lihevanînê re civiya
Meclisa Edaleta Civakî bi komîte û meclisên lihevanînê re civiya
Meclisa Edaleta Civakî bi komîte û meclisên lihevanînê re civiya
Meclisa Edaleta Civakî bi komîte û meclisên lihevanînê re civiya
13 kanûn, 2022   15:54
REQA

Nûnerên Meclisa Rêveberê, endamên komîte û meclisên lihevanînê yên herêmên Cizîrê û Firatê û endamên Meclisa Edaleta Civakî di civînê de amade bûn.

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen El Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku ev civîn bi saya fedakariya hêzên leşkerî û ewlekariyê hat lidarxistin.

El Ehmed wiha domand: “Ji 10 salên şoreşê ve gelê me gelek zehmetî kişandin û berdêlên giran dan, lê belê ev sazî berhemên wan fedakariyan in. Em hêvî dikin ku ev civîn bibe destpêka pêkanîna armancan û avakirina neteweyeke demokratîk a ku ji bo wê gelên herêmê di serî de rêber Abdullah Ocalan têkoşiyan.”

Piştre, raporên salane yên komîteyên meclisê hatin xwendin. Li gorî raporê hejmara pirsgirêkên ku di sala 2022ʹyan hatine ber destê komîteyan ev in; Li Herêma Cizîrê 12 hezar û 609, li Dêrazorê hezar û 811, li Reqa û Tebqayê 40 hezar û 84 û li  Minbicê hezar û 63.

Piştre, raporên xebatên komîteyan lihevanînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin, û zehmetiyên li pêşiya komîteyan di serî de pirsgirêka veguhestina endaman di rewşa aborî ya xerab de hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de rêziknameya komîteyên lihevanînê ji aliyê beşdaran hat nîqaşkirin û di civîna bê de wê were erêkirin.

 (mh)

ANHA