​​​​​​​Dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir

Ciwanekî Kurd li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, piştî ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin, bi îşkenceyê hate qetilkirin.

​​​​​​​Dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir
13 kanûn, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ciwanê bi navê Şehiryar Adil (27) di 22’yê Mijdarê de ji aliyê hêzên ʹʹÎtaalatêʹʹ ve li Serdeştê hatibû binçavkirin. Ciwanê Kurd Şehiryar di 3’yê Kanunê de bi kefalet hatibû berdan.

Li gorî nûçeyê, dema ciwanê Kurd hatî berdan rewşa wî ya tenduristiyê gelek xirab bû û malbatê ew rakiribûn nexweşxaneyê. Hate gotin ku di 8’ê Kanunê de ciwanê Kurd ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha hate gotin, piştî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest dayî, Îdareya Îtaalatê ya Serdeştê gef li malatê xwariye û ji wan re gotine, divê hun bêjin ‘Dilê wî rawestiya ye û jiyana xwe ji dest daye.’

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li ser bedena cenazeyê ciwanê Kurd şopên îşkenceyê hebûn.