​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê ya li Kobanê bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya li Kobanê ya li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê ya li Kobanê bi dawî bû
13 kanûn, 2022   13:38
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan,  duh li bajarê Kobanê dest bi çalakiya konvedanê kir.

Çalakî di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. Şênî, di nav de endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê herikîn bin kon û nerazîbûnên xwe nîşanî tecrîdkirina rêber Ocalan da.

Hevserokê Meclisa navçeya Şêranê Xelîl Muslim di çalakiyê de axivî, durûtiyêa hêzên navneteweyî ya têkildarî qanûnên mafên mirovan û bêdengiya li hemberî tecrîdê şermezar kir.

Xelîl Muslim diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelên herêmê, dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhertina demografiya wê ye da ku projeya demokratîk a li herêmê ya ku xwe dispêre ramanê rêber Ocalan têk bibe.

Muslim di dewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker dizane ku ciwanên herêmê li eniyên rûmetê berxwedaneke lehengane li hemberî êrişên wê dimeşînin û gelên herêmê bi bawerî ber bi rêya azadiyê ya ku Rêbertî bi felsefeya xwe diyar kiriye ve diçe."

Muslim bang li gelên herêmê kir ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê xurt bikin.

Çalakî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmralî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA