DAIŞ′ê êrişa Kabûlê girt ser xwe

DAIŞ′ê berpirsiyariya êrişa duh a li paytexta Efganistan Kabûlê girt ser xwe.

DAIŞ′ê êrişa Kabûlê girt ser xwe
13 kanûn, 2022   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li paytexta Efganista Kabûlê di hotela ku karsazên ji Çînê lê diman de, teqînek pêk hat. Di encamê de 3 êrişkar hatibûn kuştin, 2 kesên li hotelê jî birîndar bibûn.

Piştî çend saetan ji êrişê, DAIŞ′ê êriş girt ser xwe.

DAIŞ`ê li ser kenaleke xwe ya telegramê  daxuyanî da û tê de ragihand ku 2 endamên wan êrişî hoteleke girêdayî Çînê ku dîplomat lê dimînin, kirine.

Li gorî daxuyaniyê, her du DAIŞ`iyên êriş kirine teqemeniya ku berê li hotelê hatibû bicihkirin teqandine û agir bi beşekî hotelê xistine.

(fr)