Derhênera girtî xelata Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê wergirt

Derhênera belgefîlman a ku di girtîgehên dewleta Îranê de tê ragirtin, ji ber destekdayîna serhildana li Rojhilat û Îranê xelata mafên mirovan a Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê wergirt.

Derhênera girtî xelata Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê wergirt
13 kanûn, 2022   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wênegir û derhênera belgefîlman a ji Îranê Magkan Elanlu ya ku di Girtîgeha Qerteşk a Îranê de tê ragirtin, ji ber fîlma xwe ya bi navê “Bi Hezaran Jin” xelata mafên mirovan a taybet bi Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê wergirt.

 Magkan Elanlu xelata xwe ji bo hezaran jinên daketine qadan û banga mafên xwe yên kirin, diyarî kir.

Magkan Elanlu ku di rojên destpêkê yên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de li ser malperên medya dijîtal wêneyên xwe yên “bê laçik” belav kiribû, di 17′ê Cotmehê de hat binçavkirin.

Têkildarî mijarê, duh hejmareke hunermendan daxuyanî da, tê de banga serbestberana girtiyên siyasî û hunermendan kir û xwestin aliyên navneteweyî zextê li dewleta Îranê bikin bikin da ku biryarên darvekirina girtiyan rawestîne û li ser sûcên wê hesabê jê bipirsin.

(fr)