Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo bikarin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin
13 kanûn, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji rêber Abdullah Ocalan 21 meh in ti agahî nayê wergirtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo bikarin hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina bi miwekîlê re pêk bînin hefteyê du caran serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Hin caran jî ji parêzeran re piştî bi mehan tê gotin ku cezayê dîsîplînê li rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinan weke hincet tê nîşandan.