Rûspiyên Til Hemîs û Dêrazorê: Em bi QSD`ê re ne

Rûspî û serokeşîrên Til Hemîsê û Dêrazorê destnîşan kirin ku ew bi hêzên leşkerî re ne û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Rûspiyên Til Hemîs û Dêrazorê: Em bi QSD`ê re ne
13 kanûn, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspî û serokeşîrên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo vê sibê daxuyaniyek da, sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Rûspiyê êla El Şemer Ehmed El Şatî daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa navçeya Til Hemîsê xwend.

Di daxuyaniyê de êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan û bêdengiya navneteweyî li hemberê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êlên herêmê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û nahêlin tu hêz axa herêmê dagir bike.

Her wiha Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê bi beşdariya rûspiyên êlên rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Endamên komîteyê û rûspiyên êlên herêmê li pêşiya avahiya komîteyê ya li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên QSD`ê hildan. Hevserokê komîteyê Xelîfe El Zayid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku di êrişan de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn, navendên aborî û malên sivîlan wêran bûn.

(şx)

ANHA