Fîlma Kobanê li 10 bajarên Ewropayê tê pêşandan

Piştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, “Fîlma Kobanê" li 9 bajarên Almanya û bajarekê Fransayê tê pêşandan.

Fîlma Kobanê li 10 bajarên Ewropayê tê pêşandan
13 kanûn, 2022   09:23
KOBANÊ

Koma Fîlm a Rojava duh “Fîlma Kobanê" li hola Roza Luksembûrg a li Kolana 30`yî ya li paytexta Almanya Berlînê bi beşdariya bi sedan kesî nîşan da.

Fîlm wê li bajarên Dresden, Kiel, Koln, Mannheim, Essen, Saarbrucken, Bochum û Leverkusen ên Almanya û bajarê Marseille yê Fransayê jî were pêşandan.

Di fîlmê de behsa bûyerên dîrokî yên berxwedana Kobanê ya dijî DAIŞ`ê di navbera salên 2014-2015`an de tê kirin.

Ozlem Yaşar derhêneriya fîlmê kiriye ku xwe spartiye Romana nivîskar Medya Doz e, Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) jî di sala 2021`an li ser kar kiriye.

Dema fîlmê 2 saet û 30 deqe ye, bûyerên wê jî li deverên cuda yên Kobanê hatine kişandin.

Fîlm cara yekê li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê 7 rojan (ji 20 heta 26`ê Îlonê) hate pêşandan.

Fîlm li bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Hesekê jî di Cotmehê de hatiya pêşandan.

(şx)

ANHA