Çalakiyên HRE`yê: 2 çete hatin kuştin, 2 polîs birîndar bûn

HRE`yê li Marê, Ezaz û Babê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin, 2 polîsên Tirk jî birîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.

Çalakiyên HRE`yê: 2 çete hatin kuştin, 2 polîs birîndar bûn
13 kanûn, 2022   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat diyarkirin ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji roja 19`ê Mijdarê ve zêdetir bûne, hêzên wan çalakiyên bersivdayînê li dar dixin.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

“Di roja 4`ê Kanûnê de, li herêma Ezazê li hember baregeha Polîsên Taybet çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn, seyareyek hat rûxandin.

Di roja 6`ê Kanûnê de, li herêma Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek sekvanî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

 Di roja 7`ê Kanûnê de, li herêma Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyekî dagirker hat kuştin.”

Di daxuyaniya HRE`yê de hat destnîşankirin ku wê çalakiyên bersivdayînê yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam bikin.

(cx)