​​​​​​​Ji bo şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê banga serhildanê kirin

Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bang li gelê herêmê kir ku ji bo şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê serî hildin.

​​​​​​​Ji bo şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê banga serhildanê kirin
13 kanûn, 2022   01:48
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê di 29′ê Mijdarê de daxuyand ku di serdana CPT′yê ya Îlona 2022′yan a li Îmraliyê de rêber Ocalan di civînê de amade nebû. Boruyê metirsiyên xwe li ser rewşa Rêbertî nîşan da.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK′ê Doran Kalkan got: "Rewş gelekî cidî ye. Tiştekî zelal li ser mijarê tune ye, tu agahî tune ne. Tiştê hate gotin ne rast in, tu rastiyek tune ye. Ew hemû şîrove û texmîn in. Tiştê rast û yekane rewşa ne zelal e û tu agahî tune ne."

Endamê Konseya Rêveber a KCKʹê Sebrî Ok li ser rewşa li girîtgeha Îmraliyê got "awarte" ye û bang li tevahî Kurdistaniyan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînek mezin û giştî di aliyên siyasî, dîplomasî û qanûnî de pêk bînin.

RASTIYA PERGALA ÎMRALIYÊ

/kr/uploads/files/2022/12/12/193040_-.webp

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Xalid Omer bal kişand ser pergala li dijî girtiyên li girtîgeha Îmraliyê û got: "Pergala li Îmraliyê dûrî qanûn û rêgezên mafên mirovan ên delweta Tirk û cîhanê ne."

Omer behsa misyona CPT′yê ya bidawîkirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê kir û wiha domand: "CPT′yê di 1989′an de li ser asta meclisa dewletên Ewropayê hate damezrandin.  Ji misyonên CPTʹyê ew e ku rewşa hemû girtîgehên li dewletên ku peymanê îmze kirine, di nav de dewleta Tirk, bişopîne."

Parêzer Omer siyasetên CPT′yê rexne kirin û wiha pê de çû: "CPT′yê di serdana xwe ya ji Îmraliyê re îsbat kir ku pergala li wir pergaleke ku siyaseta îşkenceya derûnî li dijî girtiyan pêk tê. Ji ber wê diviyabû CPT′yê serdanan bike û raporan ji meclisa Ewropa û NY′yê re pêşkêş bike û bixebite, da ku siyasetên îşkenceyê bi dawî bike. Lê CPTʹyê misyona xwe bi cih nayîne."

Parêzer Xalid Omer îşaret pê kir ku CPT′yê erkên xwe li hemberî rêber Abdullah Ocalan paşguh kiriye û wiha dom da axaftina xwe: "Em ji bîr nekin ku CPT′yê ji dewletên Ewropayê yên ku tev li komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bûne, hate damezirandin. Ji ber vê yekê li şûna ku li gorî hiqûq û qanûnên ku li ser bingehên wan hatiye damezrandin, kar bike li gorî biryarên siyasî  tev digere."

/kr/uploads/files/2022/12/12/193154_-.webp

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Haşim Hiso got, divê gel dest bi qonaxeke nû ya têkoşîn û berxwedanê bike, da ku tecrîda bişikîne û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bîne.

Haşim Hiso got: "Em xwedî li berxwedana rêbertî derdikevin da ku dirûşmên rojane yên em di çalakiyên xwe de mîna ʹbijî berxwedana Apo, bê serok jiyan nabe, azadî ji bo rêber Apoʹ hildidin, li ser erdê pêk bînin."

Hiso bang li tevahî gelan kir ku li hember siyasetên îşkenceyê yên li dijî rêber Ocalan serî hildin û banga azadiya fîzîkî bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Heta niha tu agahî ji Rêbertî nehatiye girtin, ji ber ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî wî ferz kir û nahêle parêzer pê re bicivin. Divê em têkoşînê xurt bikin, bi hev re dakevin qadan da ku zextê li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û dewleta Tirk bikin ji bo ku tecrîdê bişikînin."

(fr)

ANHA