​​​​​​​Ji ber êrişan 19 dibistanên li Kobanê girtî ne

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarê Kobanê 19 dibistanên nêzî eniyên şer hatin girtin, di encamê de bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.

​​​​​​​Ji ber êrişan 19 dibistanên li Kobanê girtî ne
13 kanûn, 2022   04:56
KOBANÊ

Ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di 20ʹê Mijdarê de, ji 461 dibistanên li kantona Kobanê, 16 dibistanên nêzî eniyên şer girtin. Ji wê demê ve xwendekar ji perwerdeyê bêpar in.

Ji ber êrişan dibistana gundê Koranê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi temamî hilweşiya.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ragihand ku di encama êrişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker de, dibistanên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Xerbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaretê, Boban, Beyade û Çilxilo yên seretayî hilweşandin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade diyar kir ku li ba desteyê jî tu alternatîfên ji domandina proseya perwerdeyê tune ne û dema vekirina dibistanan hîna diyar nebûye.

(mh)

ANHA