​​​​​​​Saziyên Minbicê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

​​​​​​​Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiyê Rêber Abdullah Ocalan bi koordîneya Meclisa Edaleta Civakî, Komîteya Tenduristiyê û Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar xist.

​​​​​​​Saziyên Minbicê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
12 kanûn, 2022   13:22
MINBIC

Şêniyên Minbicê, tev li çalakiyê bûn ku li bajêr hatiye lidarxistin.

Di konê çalakiyê de, pankartên "Em dixwazin parêzer yekser bi rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin" hatin daliqandin û gelek pirtûkên wî hatin pêşandan.

Her wiha tevî şêniyên bajêr, endamên Meclisa Qanûnsaz, Rêveber, Edaleta Civakî û meclisên xetên rojhilat, rojava yên bajêr, meclisên leşkerî  yên Bab û Minbicê, rûspî û serokên eşîrên bajêr, nûnerên partiyan, saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn.

Di destpêka çalakiyê de bi navê Însiyatîfa Sûriyê ya ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan berdevka însiyatîfê Asya El Hisên axivî û got: "Em dixwazin parêzer demildest hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin."

Endama rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Neqşiye Xelîl got: "Komploya navneteweyî di şexsê rêber Ocalan de, gelên herêmê kir hedef û bi dîlgirtina wî re hewl dan wan qir bikin."

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Ehmed El Hisên diyar kir ku tevî tecrîdê lê rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke dîrokî nîşan dide.

Bi navê Komîteya Tenduristiyê jî bijîşk Îsa El Hemadî axivî û bang li azadîxwazên li cîhanê, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û dewleta Tirk neçar bikin ku tecrîdê bi dawî bike û rêber Abdullah Ocalan serbestberde.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Sîham HEmo jî tecrîd şermezar kir û got komploya navneteweyî heta îro berdewam e.

Di dawiya roja yekemîn a çalakiyê de sînevizyonek têkildarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Biryare ku çalakî heta sibe berdewam bike. Dê hemû saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên leşkerê, jin, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev lê bibin.

(şx)

ANHA