Li Dihokê êriş: Endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li dijî navendeke Asayîşa Dihokê ya Başûrê Kurdistanê êriş pêk hat. Di encamê de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

Li Dihokê êriş: Endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da
12 kanûn, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj News, li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê navenda Asayîşa Beldê hat gulebarandin, di encamê de endamekî Hêzên Asayîşê jiyana xwe ji dest daye û yek din birîndar bûye.

Hat ragihandin ku êrişkar ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatiye kuştin.