Yekitiya Werzîşê dema turnuveyên sala nû diyar kir

Di civînekê ku li bajarê Qamişlo hate lidarxistin de, rewşa werzîşê û astengiyên li pêşiya tîman hatin nirxandin û dema destpêkirina turnoveyên ferdî û komîn hate diyarkirin.

Yekitiya Werzîşê dema turnuveyên sala nû diyar kir
12 kanûn, 2022   13:55
QAMIŞLO

Bi armanca nirxandina rewşa werzîşê û tîman, her wiha ji bo diyarkirina dema turnoveyên lîstokên ferdî û komî yên herêma Cizîrê yê sala 2022-2023ʹyan û derbaskirina astengiyan, Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi tîmên werzîşê yên herêmê re civiya.

Civîn li taxa Asûrî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Serokê Yekitiya Futbolê ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê Nîdal Hemîd, Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Yekitiya Werzîşê  Talib Hiso, serokê Nivîsgeha Lîstikên Ferdî Ebdullah Remo, serokê Nivîsgeha Futbolê Fayîz Deqorê, serokê Nivîsgeha Listikên Komî Ebdulqadir Xeyda, rêveberên tîmên Serdem, Asayîş, Xebat, Qendîl, Berxwedan, Xebat, Aştî, Senadîd û Waşûkanî di civînê de amade bûn.

Di civînê de rewşa rêxistinî ya tîman, turnoveyên werzîşê yên sala 2022-2023ʹyan, astengiyên li pêşiya tîman hatin nîqaşkirin û ji bo derbaskirina astengiyan pêşniyar hatin kirin.

Di dawiya civînê de Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê 20ʹê Çileya 2023ʹyan dema destpêkirina turnuveyên lîstikên ferdî û komî hate diyarkirin.

ANHA