Li Kabûlê teqîn

Li paytexta Efganistanê Kabûlê di mêvanxaneyekê de ku karsazên ji Çînê tê de dimînin, teqînek pêk hat.

Li Kabûlê teqîn
12 kanûn, 2022   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya France 24, îro danê sibehê li taxeke Kabûlê ku karsazên ji Çînê lê bi cih dibin, teqînekê rû da û piştre dengê guleyan hat bihîstin.

Dezgehên çapemeniyê da zanîn ku li mêvanxaneyeke li paytext Kabûlê teqînekê rû daye, piştre çekdaran gule li avahiyê reşandin û hewl da bi ser de bigirin.

Tora El Hura jî ragihand ku komeke çekdar êrişî hotêlekê li kolana Burc Şehr a Kabûlê kiriye, lê detayên din parve nekirin.