Polîsên Tirk li Wanê 40 kes binçav kirin

Ji bo protestokirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li Wanê meşek hate lidarxistin. Polîsên Tirk êrişî meşê kir û herî kêm 40 kes binçav kirin.

Polîsên Tirk li Wanê 40 kes binçav kirin
12 kanûn, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

KCD, TJA, DBP, HDP, MED TÛHAD-FED, OHD û Meclisa Dayikên Aştiyê li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dê li Wanê meşek li dar bixista. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Huseyîn Kaçmaz, Saît Dede, Hasan Ozguneş û rêveberên HDP û DBP’ê li pêşiya Bedestena Aydin Perîhan û koma din jî li Xaçerêka Ezbercîlerê kom bûn.

Piştî ku gel kom bû, polîsên dewleta Tirk li hemû kolan girtin. Gel jî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bersiv da polîsan. Polîsan dora gel girt û nexwest gel bimeşe. Polîsan êrişî gel kir û dora 40 kesî binçav kirin.

Ji serê sibehê ve hemû kolanên sereke yên Wanê hatine girtin. Li ser bajêr helîkopter bi nizmî digere. Li pêşiya avahiyên HDP û DBP’ê û saziyên din jî polîs hatine danîn.