​​​​​​​Li Minbicê mozaîkek hate dîtin

Welatiyekî li Minbicê mozaîkeke serdema Romayê dît. Desteya Çandê û Gerînendetiya Şûnwaran mozaîk derxist û xist bin parastinê.

​​​​​​​Li Minbicê mozaîkek hate dîtin
12 kanûn, 2022   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agahdarkirina Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desteyê bi koordîneya Gerînendetiya Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê dest bi kolandina cihê mozaîkê kir û mozaîk derxist û bir cihekî din da ku were parastin.

Li gorî gerînendetiyê, tablo ya serdema Romayê yê û di destpêka belavbûna xiristiyaniyê de hatiye çêkirin.

(şx)

ANHA