​​​​​​​Panorama hefteyê: Aloziya enerjiyê ya li Şamê kûr bûye

Li Şamê û derdroa wê li gelek saziyên sereke felcbûn çêbû nexasim di asta veguhastinê de ji ber ku sotemenî li bajêr nemaye. Li aliyekî din pisporên navneteweyî destnîşan kirin ku delîl hene ku çeteyên DAIŞ`ê dema di navbera 2014-2019`an de li Iraqê çekên kîmyawî bi kar anîne.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Aloziya enerjiyê ya li Şamê kûr bûye
11 kanûn, 2022   04:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişand ser aloziya sotemeniyê li Şamê, bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Iraqê û rewşa Lubnanê.

‘LI ŞAMÊ ALOZIYA KÛR A ENERJIYÊ’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya El Beyan nivîsî: “Di şev û rojekê de li Şamê û derdora wê li gelek saziyên sereke yên dewletê felcbûn çêbû, nexasim di asta xizmetên veguhestinê de. Sotemenî (hemû cureyên wê) li bajar tune ne û li gel nebûna amûerên taybet û giştî yên veguhastinê li bajar û gundewarên wê aloziyeke dijwar heye.

Ji destpêka aloziyê di 2011`an de û heta niha, ev aloziya herî dijwar e li bajar û saziyên hikumetê. Welatî dibêjin li gorî aloziyên van rojan, rojên şer ji aliyê ximzetguzariyê ve xweş bûn.

Yên herî zêde zirarê dibînin karmendên saziyên giştî yên li Sûriyê ne. Li gelek saziyan xizmetên fermi yên veguhestinê yên girêdayî hikumetê hatine rawestandin, beşeke mezin a karmendan sibehan bi zehmetî digihêjin cihê karê xwe.

Vê ne tenê bandor li jiyana rojane kir, lê belê bandor li rewşa aborî bi taybet bazirganî û pîşesaziyê jî kiriye. Dikanên bazirganiyê, saziyên pîşeyî ji ber ku nikarin sotemeniyê peyda bikin êdî hilberîn an saetên kar an jî rojên kar ên hefteyê û heta karmend û karkerên xwe kêm kirine. Her wiha Wezareta Bazirganiyê gefan li wan dixwe ku eger sotemeniyê ji sûka reş bikirin dê cezayan li wan ferz bike. Çalakvanên ji Sûriyê dibêjin ku êdî pêxistina jeneratoran bi guman e. Ev rewşa giran bi taybet li Şamê, ji ber pêdiviya enerjiyê, bidestnexistina wê çi ji hundir an jî bi rêya alîkariyên derve nexasim bi rêya Rûsyayê ku bi şerê Ukraynayê mijûl e, dibe ku bi destpêkirina 2023`yan re dijwartir bibe.”

‘LI GORÎ PIRSPORÊN NY`YÊ DAIŞ’Ê ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎNE'

Têkildarî dosyaya DAIŞ`ê, rojnameya El Ehram a misirî wiha nivisî: “Pisporên NY`yê di raporekê de ku tê payîn Konseya Ewlehiyê nîqas bike, destnîşan kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ve li Iraqê dema “xîlafeta xwe” li herêmên ku kontrol kirine, delîl hene.

Pisporan gihaştin wê encamê e ku rêxistina DAIŞ`ê; moşek, hewan, çek û bombeyên kîmyawî çêkirine.

Di raporê de gelek delîl hatine bibîrxistin ku DAIŞ tedbîrên malî, lojistîk ên têkildarî kirînan û têkiliyên bi endamên din re girtine.

Pirsporan diyar kirin ku wan herî zêde di êrişa li dijî bajarê Taze Xurmato yê Iraqê de lêkole kiriye ku di 8`ê Adara 2016`an de pêk hatiye. Her wiha destnîşan kirin ku wan gelek delîl berhev kirine di nav de sicîlên fonên rêxisitna DAIŞ`ê û nameyên di navbera wan de hene.

Di raporê de madeyên biyolojî yên ku DAIŞ`ê bi kar anîne hatin bibîrxistin wek; aluminum phosphide, chlorine, cyanide, nicotine, ricin û thallium sulfate. Di raporê de teqezî bi encamên bikaranîna van çekan li ser şêniyên Taze Xurmato hat kirin ku bûn sedema gelek nexweşiyan mîna penceşêr.

Di raporê de behsa sûcên mezin bi taybet tundiya cinsî, çewisandina xiristiyanan û pêkhateyên din ên li Iraqê û wêrankirina mîrasa çandî û olî li wir hat kirin.”

‘VALAHIYA DESTÛRÎ NAHÊLE REWŞA LUBNANÊ BAŞ BIBE’

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Li Lubnanê parçebûna dijwar a di helwesta hevrikan û hevalbendên siyasî de dewam dike. Ev yek tevliheviyê zêdetir dike û hilbijartina serokkomarekî nû asteng dike an jî diyarkirina xeta wê ya dawî zehmet dike. Xêrxwazên navneteweyî li benda temamkirina reformên pêwîst in da ku ji alîkariyên diravî xilas bibin.

Ji Îlona borî ve parlamento 9 caran di hilbijartina serokekî nû li şûna Mîşel Ewn de bi bi ket ku wezîfeya wî di dawiya Cotmehê de bi dawî bû. Herî dawî di civîna roja pêncşema borî de ku dîsa serok nehat hilbiartin. Pêşbinî hene ku valabûna cihê serokatiyê çend mehên din dewam bike.

Ji ber tunebûna serokê welat, li gel hebûna hikumeteke demkî bi serokatiya Necîb Mîqatê û parlamentoyeke parçebûyî, Lubnan di nava aloziya rêveberiyê de ye ku mîna wê çênebûye. Tu alî nîne ku hêza xwe ji bo serokekî di hilbijartinên azad de mîna ku di destûrê de hatiye diyarkirin, ferz bike."

Di beşekî din a nivîsê de tê gotin "Hemwextî valahiya cihê serokatî hikumeteke demkî heye ku nikare biryarên pêwîst bide, nemaze ku ji sala 2019ʹan ve hilweşîneke aborî li Lubnanê heye. IMF ev hilweşîn wekî ya herî xirab di cîhanê de ji sala 1850ʹî ve wesif dike.

Ji biryarên girîng ku divê werin pêkanîn, pêkanîna nexşeya reforomê ye ku Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Xêrwazên Rojavayî daxwazê wê dikin da ku wekî alîkariyên diravî pêşkêşî Lubnanê bikin ji bo ku wê ji krîzan derxîne.

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) di 7ʹê Nîsana borî de, ragihand ku desthilata Lubnanê û tîma fonê, der barê siyasetên aborî de li ser asta karmendan gihiştin lihevkirinekê.

Fona Pereyan a Lubnanê banga temakirina reforman dike da ku bighêjin lihevkirineke dawî, lê hilnebijartina serok û neavakirina hikumeke nû li pêşiya reformê dibin asteng."