​​​​​​​Oldaran bombebarankirina cihên olî şermezar kir

Oldarên Hesekê hedefgirtina cihên olî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, wek sûcekî mezin wesif kir û got dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide herêmê vala bike.

​​​​​​​Oldaran bombebarankirina cihên olî şermezar kir
11 kanûn, 2022   03:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker di 30′yê Mijdarê de mizgefta gundê Tirwaziyê yê navçeya Silokê ya li rojhilatê Girê Spî kir hedef, di encamê de beşeke mezin ji mizgeftê wêran kir.

/kr/uploads/files/2022/12/10/181348_-.webp

Girêdayî mijarê, serokê Meclisa Olî ya Hesekê Mihemed Reşîd Ebdulezîz êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi giştî û hedefgirtina cihên olî bi taybet şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên hovane li dijî herêmê, bombebarankirina mizgeftan û cihên olî sûcan pêk tîne."

Ebdulezîz wiha domand: "Tu girêdana dewleta Tirk a dagirker bi ol û îslamê ve tune ye, lê belê Erdogan bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmê hewl dide beriya hilbijartinan dengan qezenc bike."

/kr/uploads/files/2022/12/10/181329_.webp

Li aliyekî din jî metranê herêmên Cizîr û Firatê yê Suryanên Ortodoks, Mar Morîs Emsîh diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qonaxeke hestiyar û zehmet re derbas dibe û got: "Dewleta Tirk a dagirker dêr û mizgeftên li hemû herêmê û welatiyan dike hedef."

Emsîh êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina dêr û mizgeftan herêmê vala bike, pêkhateyên wê koçber bike û rûbera dagirkeriya xwe fireh bike."

Emsîh di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê bisekinînin.

(fr)        

ANHA