​​​​​​​Fermandarekî li eniyên Zirganê: Dewleta Tirk di êrişên dawîn de negihaşt armanca xwe

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nixandin û got "Artêşa Tirk a dagirker bi saya berxwedana gel û QSD′ê nekarî armancên xwe pêk bîne."

​​​​​​​Fermandarekî li eniyên Zirganê: Dewleta Tirk di êrişên dawîn de negihaşt armanca xwe
10 kanûn, 2022   23:35
HESEKÊ-ARAM EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî rojane binesazî, malên welatiyan, avahiyên giştî û taybet ên navçeya Zirganê ya Hesekê dikin hedef.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê têkildarî rewşa li Zirganê got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji her kesî ve aşkera ye, ew jî koçberkirina welatiyên herêmê ye. Êrişên li dijî Zirganê ne tenê li dijî nuqteyên hêzên me ne, lê belê li dijî malên welatiyan û avahiyên ku xizmetî wan dikin."

Kobanê wiha domand: "Ji 19′ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ji wan herêman jî navçeya Zirganê rojane tê hedefgirtin. Her wiha bi balafir û çekên giran navçeyê hedef digirin û gelek caran hewl da derbasî nuqteyên me bibin. Lê bi bin ketin û me zirarên mezin gihandin leşker û cebilxaneyên wan."

Kobanê wiha pê de çû: "Hêzên me welatiyan diparêzin û tedbîrên guncaw girtin û çi qas çekan bi kar bînin jî em ê li hember dijmin bibin mertal."

′DEWLETA TIRK A DAGIRKER NIKARE ARMANCÊN XWE PÊK BÎNE′

Arif Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dawîn ên li dijî herêmê de armancên xwe pêk neanîn û divê xeyal neke pêk bîne jî û wiha anî ziman: "Ji ber ku em ê di çarçoveya parastina rewa de li hember wê bisekinin, xak û gelê xwe biparêzin."

′HEVGIRTINA GELÊ HERÊMÊ Û HÊZÊN ME RÊYA YEKANE YA SERKEFTINÊ YE′

Arif Kobanê wiha dawî li gotina xwe anî: "Em soz didin gelê xwe ku em ê li ser rêça hevrêyên xwe yên şehîd bin ku di oxira vî welatî de canê xwe da û em ji gelê xwe dixwazin ku nekevin xefka şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker. Her wiha em bang li gel dikin ku pişta xwe tenê bidin hêzên xwe yên leşkerî, ji ber ku ew rêya yekane ya pêkanîna serkeftinan û parastina vê xakê ye."

(fr)

ANHA