Bi hezaran çalakvan tev li hemleya haştagê #NoFlyZone4RojavaNow bûn

Bi hezaran çalakvan tev li hemleya haştagê ya Rêveberiya Xweser bûn ku ji bo qedexekirina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye.

Bi hezaran çalakvan tev li hemleya haştagê #NoFlyZone4RojavaNow bûn
10 kanûn, 2022   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo qedexekirina qada hewayî ya herêmê hemleyeke haştagê li ser medya dijîtal ragihand.

Rêveberiya Xweser di 7`ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê dest bi hemleyê bike. Berdevkê rêveberiyê Luqman Ehmê li avahiya Daîreya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo daxuyaniya rêveberiyê xwendibû.

Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Li ser bingeha parastina ewlehiya welatiyên xwe em bang li gelê xwe û gelên cîhanê, saziyên siyasî, civakî û dîplomatîk dikin ku piştgiriya hemleya me bikin ku dê di 10`ê Kanûnê de dest pê bike.

Armanca me ji vê hemleyê ew e ku êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û gelê me rawestin ku gel û çanda me bi xetereya qirkirinê re rû bi rû dihêlin.”

Her wiha di çend saetên pêşîn ên destpêkirina hemleyê de, bi hezaran çalakvan tev li hemleya haştagê #NoFlyZone4RojavaNow bûn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro saet di 20:00`an de ragihandiye.

ANHA