​​​​​​​‘Heta agahî li ser rewşa rêber Ocalan bên em ê têkoşînê bilind bikin’

Pêkhateyên Qamişloyê da zanîn ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê, çalakiyên şermezarkirina tecrîdê zêde bikin.

​​​​​​​‘Heta agahî li ser rewşa rêber Ocalan bên em ê têkoşînê bilind bikin’
11 kanûn, 2022   00:50
QAMIŞLO-GELHAT ANDOK

Dewleta Tirk a dagirker di tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan de dewam dike û ji 20 mehan ve tu agahî li ser rewşa wî ya tenduristî nehatin girtin.

Di Îlonê de CPT’yê serdana girtîgehên dewleta Tirk kir û diyar kir ku bi rêber Ocalan re civiyaye û piştre derket holê ku CPT bi rêber Ocalan re neciviyaye.

Ji ber wê bertek û xwestekên gel ên pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û aşkerakirina rewşa wî ya tenduristî zêde bûn.

/kr/uploads/files/2022/12/10/180938_-.webp

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Leyla Hisên da zanîn ku daxuyaniya CPT′ê ya piştî serdana wê ji girtîgeha Îmraliyê ku bi rêber Ocalan re civiya û piştre hate aşkerakirina pê re neciviyaye, nîşaneya durûtî û derwtiya wê ye.

′EM Ê HETA ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û PÊKANÎNA AZADIYA RÊBER OCALAN LI QADAN BIN′

Leyla wiha got: "Em ê li hember Erdogan, siyasetên wî û dewletên ewropî yên kapîtalîst ku alîgiriya wî dikin têkoşîna xwe bilind bikin."

/kr/uploads/files/2022/12/10/180958_-.webp

Her wiha Hediye Ebdo jî wiha got: “Armanc ji derketina wan li qadan ew e ku rewşa rêber Ocalan ku zêdetirî 20 mehan agahî jê nayên girtin, bizanin, her wiha em helwesta xwe li hember tecrîdê û durûtiya CPT′ê nîşan bidin. Em ê heta şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li qadên berxwedanê bin.”

Hediye wiha li gotina xwe zêde kir: "Girêdana gel bi rêbertî ve û girêdana rêbertî bi gel ve qut nabe û em gel dê her li qadên berxwedanê bin û dê girêdana me bi rêbertî re ji her demê zêdetir be û bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê aştî li herêmê misoger be."

′EM Ê DI VÊ SEKNA XWE DE BI VÎNEKE XURT DEWAM BIKIN′

/kr/uploads/files/2022/12/10/180835_-.webp

Afram Somî yê ji pêkhateya Suryan jî wiha got: "Hemû peyman, mîsaq û planên pêk tên dê bi bin bikevin. Em gelekî li ser felsefeya rêber Ocalan ku felsefeya jiyana hevbeş û birûmet e perwerde bûne."

Somî wiha domand: "Em ê di vê sekna xwe de bi vîneke xurt li hember her kesên hewl bidin vîna me têk bibin bisekinin. Ji ber ku em hêza xwe ji felsefeya rêber Ocalan werdigirin û dê ji berê xurttir bin."

Somî bal kişand ser hewlên CPT′ê û ev tişt anî ziman: "CPT′ê xwest derbeyê li vîna gelê bi awayekî xurt bi felsefe û fikirê rêber Ocalan ve girêdayî ye bide."

Somî wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêber Ocalan xwest peyamekê ji tevahî pêkhateyan (Suryan, Kurd û Ereban) re bişîne, lê hêzên dijber ji nav jî CPT′ê hewl dide li hember vê yekê bisekine."

′ZILM MAYÎNDE NAMÎNE, DÊ VÎNA BI SER BIKEVE’

/kr/uploads/files/2022/12/10/180920_-.webp

Salih Omer jî bal kişand ser meş û xwepêşandanên girseyî yên gel ên bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û got: "Zilm mayînde namîne û dê vîn bi ser bikeve."

Omer di dawiya de got: "Gelo bêyî behsa doza tecrîdê bê kirin hûn ê çawa demokrasî û aştiyê pêk bînin? Ev ne pêkan e. Divê hûn baş bizanin ku bêyî şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan li Tirkiyê tu demokrasî pêk nayê."

‘EM Ê BERXWEDANA ÎMRALIYÊ JI XWE RE BIKIN ESAS’

/kr/uploads/files/2022/12/10/180901_-.webp

Selman Nebhan ê ji pêkhateya Ereb wiha got: "Ji 20 mehan ve tu agahî li ser rewşa rêber Ocalan nehatine. Hemwextî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tecrîda girantir dibe. Helwesta me ji van siyasetan aşkera ye, ew jî ew e ku em li kêleka berxwedana mezin a ku rêber Ocalan di Îmraliyê de pêk tîne de disekinin û li hember van êrişan in."

Der barê îdiayên CPT′yê ku serdana Îmraliyê kiriye, rewşên girtiyan şopandiye û bi rêber Ocalan re civiyaye û piştî hate aşkerakirin ku pê re neciviyaye yan jî rêber Ocalan qebûl nekir pê re bicive Nebhan ev tişt got: "Helwesta wê şermînî, mixabînî, derewî û durûtî ye û baweriya hemû gelan ji dest da."

Selman Nebhan wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca sereke ji tecrîda girankirî gel ji rêber Ocalan were bidûrxistin. Lê em, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikirê Rêbertî ve girêdayî ne û dê heta şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî tê bikoşin."

(fr)

ANHA