​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2022`YAN
10 kanûn, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi merasîmekê gerîlaya HPG`ê Rîhan Xelef bi bîr tîne saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser girê Miştenûrê bajarê Kobanê heye ku li ser deşta Pirsûsê dikeve. Kobanê ji bo gelê Kurd û dostên wê semboleke mezin e. Ji ber ku dergûşa Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û warê berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞʹê ye. Lê îro ev war bi gefên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye.

Oldarên Hesekê hedefgirtina cihên olî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, wek sûcekî mezin wesif kir û got dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide herêmê vala bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nixandin û got "Artêşa Tirk a dagirker bi saya berxwedana gel û QSD′ê nekarî armancên xwe pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Qamişloyê da zanîn ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê, çalakiyên şermezarkirina tecrîdê zêde bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Komîteya Jinan a Dêrazorê komxebata diyalogê bi dirûma “Li gor nêrîna rêber Abdullah Ocalan Doza jinan û siyasetê” li hola civînan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dar dixe saet di 09:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Qamişlo li têketina bajarê Qamişlo li aliyê rojava tam ji çerxerêya Osman Sabrî ber bi çerxerêya şehîd Yusif Gulo ve daran diçîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Li Şamê û derdroa wê li gelek saziyên sereke felcbûn çêbû nexasim di asta veguhastinê de ji ber ku sotemenî li bajêr nemaye. Li aliyekî din pisporên navneteweyî destnîşan kirin ku delîl hene ku çeteyên DAIŞ`ê dema di navbera 2014-2019`an de li Iraqê çekên kîmyawî bi kar anîne.

ANHA