​​​​​​​Li Dêrazorê turnuvayên şetrenc û pîngpongê hatin lidarxistin

Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê bi armanca ku destekdayîna behreyên ciwanên herêmê bike, turunvayên şetrenc û pîngpongê li dar xistin.

​​​​​​​Li Dêrazorê turnuvayên şetrenc û pîngpongê hatin lidarxistin
10 kanûn, 2022   18:57
DÊRAZOR

Ji bo ku destekdayîna werzîşê, ji nû ve çalak bibe, turnuvayên nû li dar kevin û behreyên ciwanan pêş bixin, Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê turnuvayên şetrenc û pîngpongê li hola werzîşê li dar xistin ku di demên dawîn de li herêma kargehan a bakurê Dêrazorê hatiye avakirin.

/ar/uploads/files/2022/12/10/163840_00195.00_00_04_07.still001.webp

20 lîstikvan ji rojava û rojhilatê Dêrazorê tev li turnuvayê şetrenc bûn, her wiha ev cureya werzîşê ya herî zêde di nava ciwan û mêran de belav bûye.

Çar tîm jî beşdarî turnuvayê pîngpongê bûn, her tîmeke ji 2 lîstikvanan pêk hat. Her wiha tîmên serkeftî hatin xelatkirin.

(dm)

ANHA