`Rûniştina sûriyan li masayekê rêya xilasiya ji teror û dagirekriyê ye`

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku rûniştina sûriyan li ser masayekê rêya yekane ya xelasbûna ji rewşa trajedîk e ku gelê Sûriyê di nav de ye.

`Rûniştina sûriyan li masayekê rêya xilasiya ji teror û dagirekriyê ye`
10 kanûn, 2022   17:13
REQA

Endamên Partiya Sûriya Pêşeroj li navenda partiyê ya Reqayê kom bûn û berdevkê Partiya Sûriya Pêşeroj Mûwefeq El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cîhan di vê rojê de, bi dirûşma “Rûmet, azadî û edalet ji her kesî re” salvegera 75'an a Mafên Mirovan a cîhanê pîroz dikin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku li gel fedekariyên mezin ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tevî Koalîsyona Navnetweyî li dijî DAIŞ'ê ku li ser herêm û cîhanê xeter e, dewleta Tirk dest bi êrişan kir da ku DAIŞ`ê vejîne.  

Di daxuyaniyê de behsa êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina avahiyê binsazî û dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike, hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beriya çend rojan li Siweydayê xwepêşandanên berferh çêbûn, lê belê cîhazên ewlekariyê yên hikumeta Şamê ew çewisandin. Li piranî herêmên Sûriyê û ji ber rewşa jiyanî ya dijwar, gel nerazî ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûniştina sûriyên niştimanî yên dilsoz rêya yekane ya xelasbûna ji rewşa trajedîk e ku gelê Sûriyê di nav de ye û her wiha pêkanîna cidî ya biryara NY`yê ya 2254 xilasiya ji teror û dagirkeriyê ye.

Di daxuyaniyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re rave kir û got ev proje çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên civata navnetweyî hat kirin ku destwerdan bikin da ku azarên sûriyan bi dawî bikin, girtiyan serbest werin berdan û koçber vegerin warên xwe.

(dm)

ANHA