​​​​​​​`Bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokrat û azad ava bikin`

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa bi dirûşma "Bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokrat û azad ava bikin", komxebateke diyalogê li dar xist.

​​​​​​​`Bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokrat û azad ava bikin`
10 kanûn, 2022   16:35
REQA

200 jin ku nûnerên saziyên ragihandinê, sivîl, leşkerî, ewlekarî yên Rêveberiya Xweser in, tevger, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, çalakvanên siyasî, hiqûqnas, rûspiyên eşîran û kesayetên serbixwe tev li komxebata diyalogê bûn.

Di destpêka komxebatê de, sînevizyonek têkildarî dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya gelan hate pêşandan.

Paşê hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Fehîme El Casim şîroveyek têkildarî mafên mirovan xwend.

Dûre berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef semîner da û tê de got: "Dema ku em behsa rewşa jinan dikin, em yekser behsa rewşa tevahî civakê dikin, ji ber ku rewş û asta azadiya wê rewşa civakê diyar dike."

Sewsen wiha domand: “Ji ber pergala zordest a ji zêdetirî 5 hezar salan ve serwer e, pirgirêk û gelek doz derketin ku mirovahî gihandin tehlûkeyê. Hemû aloziyên heyî, girêk in û gelek dijwar e çareser bibin.”

/ar/uploads/files/2022/12/10/142120_tjma-nsaa-znwbya-fy-alrqh-ynzm-mltqa-hwary-llmtalbh-bhryh-alqaed-abdallh-awjlan-28829.webp

Sewsen lê zêde kir ku rêber Abdullah Ocalan dibêje yekemîn şerê ku di dîroka mirovahiyê de hatiye ragihandin, şerê ku mêr li dijî jinan ragihandiye.

Di dawiya komxebatê de, daxuyaniyek hat dayîn ku behsa komploya hêzên desthildar ên cîhanê  ku li dijî  rêber Abdullah Ocalan pêk aniye û hewldanên pêkanîna şerê cîhanê yê sêyemîn kir.

Di komxebatê de hat destnîşankirin ku têkoşîna rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê Îmraliyê de, fikrê wî û têkçûna komployê, çareseriya gelek dozên li Rojhilata Navîn e. Her wiha behsa rola wî ya mezin di pêkanîna azadiya jinan de û bidestxistina mafan hat kirin.

Komxebat bi pêşnûmeneyê bi dawî bû jê ya herî girîng:

Qebûlkirina Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyê de û derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê.

Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan meşandina xebatan.

Bang li aliyên navnetweyî û rêxistinên mafên mirovan û NY'yê were kirin kir ku rola xwe di çareserkirina doza rêber Abdullah Ocalan de bilîzin.

Komîteya parastina mafên jinan ava bikin da ku gilînameyekê li dijî dewleta Tirk amade bikin û ji dadgehên cîhanê yên peywendîdar re pêşkêş bikin.

Li ser asta navneteweyî û dîplomatîk bixebitin da ku raya cîhanî û navneteweyî teşwîq bikin ku piştevaniya doza rêber Abdullah Ocalan bikin.

Asta têkoşîna gel bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda mezin bikin.

Ji bo şîrovekirina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan panel, komxebat, werşeyên fikrî û civakî, siyasî û çandî bi hemû çalakvanên li cîharê re li dar bixin.

Sûc û binpêkirinên siyasî û leşker yên hikumeta Şamê, dewleta Tirk, Îran û Iraqê li dijî jinan belge bikin û wan ji dadgeha cezayan a navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan re pêşkêş bikin.

Hemleyên îmze û haştagan bidomînin û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Bi rêya komîte û desteya hiqûqî ku li ser fikrê rêber Abdullah Ocalan dimeşin, li ser qanûna jinan bixebitin.

Perspektîfên rêber Abdullah Ocalan di pratîkê de pêk bînin, bi taybet ên têkildarî azadiya jinan û bidestxistina mafên xwe da ku civakeke azad li gorî rêgeza hevjiyana azad ava bikin. Tê de mêr azad bin û bawer dikin ku azadiya wan bi azadiya jinan ve girêdayî ye.

Piştgiriya serhildanên jinan li serasnerî cîbanê, bikin.

Li ser avakirina civakeke exlaqî, siyasî û ekolojîk bixebitin.

(dm)

ANHA