Dayikên Aştiyê: Bi mezinkirina têkoşînê em ê tecrîdê bişikînin

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku bi berxwedanê dê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bibe.

Dayikên Aştiyê: Bi mezinkirina têkoşînê em ê tecrîdê bişikînin
10 kanûn, 2022   09:33
TEBQA

Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Dayikên Aştiyê yên Tebqayê daxuyanî da û banga eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Daxuyanî li Goristana Şehîdan a Tebqayê ji aliyê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza Mihemed ve hat xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo ku em bi aştî bijîn Rêbertî berdêl da. Rêbertî xwe ji azadiyê bê par hişt da ku em azad bijîn. Em ji bilî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tişekî din naxwazin. Em dixwazin Rêbertî li nav me be da ku Sûriyeke serbixwe ava bikin. Em tu agahiyan li ser rewşa Rêbertiya xwe nizanin, ev yek me dixe nava fikaran.”

Dayikên Aştiyê bang li CPTʹyê kir ku rewşa rêber Ocalan eşkere bikeû hate gotin: “Sûcên Tirkiyê yên li herêmên me ji bo ku zextê li Rêbertiya me bikin da ku ji rêgezên xwe vegere."

Dayikên Aştiyê diyar kir ku ew ê berxwedan û çalakiyên xwe dewam bikin heta ku azadiya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û got: "Me zarokên xwe dan da ku fikrên Rêbertiya me dewam bike û bigihêje tevahî nişfên bê. Ji bo rizgarkirina hemû girtiyên xwe em amade ne.”

(bb)

ANHA