Malbatên şehîdan xwest qedexeya hewayî bê  ferzkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê xwest qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin û diyar kir ku ew ê li hember hemû kesên ku dest dirêjî herêmê bikin, bisekinin.

Malbatên şehîdan xwest qedexeya hewayî bê  ferzkirin
10 kanûn, 2022   10:01
HELEB

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 7`ê Kanûnê de ragihandibû ku di 10`ê Kanûnê (îro) de dê ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê dest bi hemleya hashtagê bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo piştgiriya hemleyê îro li pêş navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş daxuyanî xwend û bi dehan malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên bejahî û hewayî yên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û hat destnîşankirin ku gefên dagirkeriyeke nû li herêmê bandorê li têkoşîna li dijî terorê dike û derfeta zindîkirinê dide DAIŞ`ê.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Sûriyê hatin şermezarkirin û welat û saziyên cîhanê yên li hember kuştina sivîlan bê deng dibin, berpirsiyariyên êrişan hatin nîşandan.

Bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku dawî li êrişên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê bînin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin.

(cx)

ANHA