Di salekê de 67 rojnamevan hatin qetilkirin

IFJ’ê bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamevanan eşkere kir û ragihand di 2022’yan de 67 rojnamevan hatine qetilkirin.

Di salekê de 67 rojnamevan hatin qetilkirin
10 kanûn, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) raporek weşand û diyar kir ku îsal 67 rojamevan û xebatkarên medyayê, hatine qetilkirin. Par jî 40 rojnamevan hatibûn qetilkirin.

WELATÊN HERÎ ZÊDE ROJNAMEVAN LÊ GIRTÎ NE; ÇÎN, MYANMAR, TIRKIYE

IFJ’ê diyar kir ku piraniya wan li Tirkiyê, li Myanmar û Çînê herî kêm 375 rojamevan girtî ne. IFJ’ê da zanîn ku li Çînê 84, li Myanmarê 64 û li Tirkiyê jî 51 rojnamevan girtî ne.

Par 365 rojnamevan girtî bûn. Rêxistinê ji ber zêdebûna hejmara qetilkirina xebatkarên medyayê, bang li hikûmetan kir ku ji bo parastina rojnamevan û çapemeniya azad pêngavên şênber biavêj

Li gor raporê welatê ku herî pir rojnamevan hatine qetilkirin, bi 12 rojnamevanan Ukrayna ye û rojnamevan bi piranî hefteya pêşîn a şer jiyana xwe ji dest dane.

WELATÊ JI BO ROJNAMEVANAN HERÎ XETERNAK; MEKSÎKA

Li gorî IFJ’ê li Meksîkayê zêdebûna tundûtûjiya rêxistinên sûcan û li Haîtiyê xirabûna pergala civakê, yek ji sedemên sereke yên qetilkirina rojnamevanan e. Rêxistinê diyar kir ku sala 2022’yan salek ji salên herî xeternak e ji bo rojnamevanan li Meksîkayê. Lî Meksîkayê şer nîn e, lê ji bo rojnamevanan wek welatê herî xeternak tê dîtin.

IFJ’ê destnîşan kir ku li Pakistanê gava krîza siyasî, îsal 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest daye û li Kolombiya û Fîlîpînê hişyarî li rojnamevanan kir ku hay ji xeteriyê hebin.

Her wiha qetilkirina nûçegihana Al Jazeera Şirîn Abû Akile ku li Filîstînê gava dayîna agahiyan hat kuştin, şermezar kir. Al Jazeerayê vê hefteyê ji bo lêpirsîna qetilkirina Şirîn, bi awayekê fermî serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî da.

IFJ’ê li cîhanê nûnertiya 600 hezar xebatkarên medyayê dike ku zêdetirî 140 welatan endamên sendîka û komeleyan in.

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şeva 20’ê Mijdarê li ser navçeya Dêrik a Qamişloyê pêk anî de, nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah hatibû qetilkirin û nûçegîhanek jî heman rojê li Kobanê birîndar bûbû.